Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : ENKS: Divê hêzên Kurd li hember êrîşan yek deng bin
 
ENKS: Divê hêzên Kurd li hember êrîşan yek deng bin
2018-01-18 14:02
MediaKurd > info@mediakurd.com

Zirt û texdîtên dewleta Tirk li ser Efrînê û Kurdên Efrînê didomin. Bi hevkarîya prûpên terorîst dewleta Tirk dixwaze herêma Efrînê dagîr bike, yan jî hêzên Kurd ji Efrînê derêxe da ku Efrîn radestî rejîma Sûrîyê bê kirin.

Di derbarê zirt û êrîşên dewleta Tirk de meclîsa ENKS a Efrînê daxuyanîyek belav kir û daxwaz kir ku li hember tehdîtên Tirkîyê hêzên Kurd yek deng bin.

ENKS, di daxuyanîya xwe de êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û ev êrîş ji bo Kurdên Efrînê wek xeterek mezin bi nav kir.

ENKS, herweha bang li awira gelemperî ya cîhanê kir ku li hember êrîş û zirtên Tirkîyê bêdeng nemînin û rê li ber şer bigrin.

Di daxuyanîyê de ENKS bang li rêxistin û hêzên Kurd jî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk yek deng bin.