Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka li hember Efrînê bêdeng dimîne
 
Amerîka li hember Efrînê bêdeng dimîne
2018-01-16 20:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Di dagîrkirina Kerkûkê de Amerîka bêdeng ma û piştgirî da xiyanetkarên Kerkûkê û milîsên Îranê. Gelo wê Amerîka di derbarlê dagîrkirina Efrînê de jî bêdeng bimîne û piştgirîyê bide operasyon û êrîşên Tirkîyê?

Daxuyanîyên berdevkên Amerîkayê nîşan didin ku wê Amerîka helwesta xwe ya li Kerkûkê ji bo dagîrkirina Efrînê jî nîşan bide.

Berdevkê koalisyona hevpeyman albay Ryan Dillon, di civîna çapemeniyê de axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da. Dilllon, daxuyand ku „Efrîn ne di nava sînorên koalisyona me de ye“.

Herweha Berdevkê Pentagonê Adrîan Rankîne Galloway jî got ku „Li Efrînê em piştgirîya YPG nakin û em YPG wek parçeyek ji tekoşîna li operasyonên li dijî ÎŞÎDê nabînin. Li Efrînê tu têkilîya me bi YPG re tuneye û di warê leşkirî de em piştgirîyê nadin YPG“.“.

Daxuyanîyên herdu berdevkên Amerîkayê nîşan dide ku Amerîka wê dengê xwe ji dagîrkirina Efrînê re jî neke. Ev jî tê wateya piştgirîya êrîşên Tirkîyê û tenêhiştina YGP û Efrînê.
Z.B