Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em Rojava wek Kurdistana Sûrîyê nas dikin
 
Em Rojava wek Kurdistana Sûrîyê nas dikin
2018-01-12 14:14
MediaKurd > info@mediakurd.com

Gellek hemwelatîyên Fransayê li Sûrîyê beşdarî nav refên rêxistina terorîst ÎŞÎDê bûbûn. Gellek ji wan hatin kujtin, hinek jî wek hêsîr ketin destên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk Sûrîyê (HSD).

Ji ber ku ew hemwelatîyên hêsîr ên Fransayê naxwazin vegerin Fransayê, Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet, ragihand û got: „Heke mafê parêzerîyê ji hemwelatîyên Fransayê re bê dan, emê dadgehên Kurdistana Sûrîyê nas bikin“.

Nicole Belloubet, di ragihandina xwe de anî zimên ku „ew Rojava wek herêmek serbixwe ya Kurdan dibînin“ û got: „Emê daxwaz bikin ku endamên ÎŞÎDê yên ku hemwelatîyên Fransayê ne di wan dadgehan de (dadgehên Rojavayê Kurdistanê de“ bên darizandin“.