Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rola me di xwepêşandanan de tuneye
 
Rola me di xwepêşandanan de tuneye
2018-01-06 20:03
MediaKurd > info@mediakurd.com

Îran tevlihev bûye û li zêdeyî 60 bajarên Îranê serhildan û xwepêşandan hene.

Rayedarên Îranê sedema xwepêşandan û protestoyan Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê nîşan dabû. Lê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî, ev xeber derew derxist.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di derbarê xwepêşandanên Îranê de bersiv da daxuyanîya Sekreterê Giştî yê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsînî Rezayî û got ku “Herêma Kurdistanê herdem bûye hêmanê aramîya herêmê û rê nedaye ku bibe sedema alozî û tevlihevîyên welatên cîran.”

Dizeyî, herweha diyar kir ku ew vê tohmeta Îranê ya bêbingeh red dikin û got: „Kurdistan ligel welatên cîran û welatên cîhanê, dixwaze li ser bingeha rêzgirtin û berjewendîyên hevbeş xwedîyê pêwendiyên dostane bin“.