Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sûrîye piştgirî da rejîma melayên Tehranê
 
Sûrîye piştgirî da rejîma melayên Tehranê
2018-01-03 23:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Alozî û serhildanên ku li Îranê destpêkirin rejîma Sûrîyê û serokê wê Beşar Esed jî nerehet dike. Heke rejîma melayên Tehranê têk biçe helbet wê darbeyek mezin li Sûrîyê û rejîma wê jî bikeve. Ji ber vê yekê, rejîma Esed dixwaze hem wefadarîya xwe nîşa bide, hem jî dixwaze rejîma melayên Tehranê li ser hikim bimîne.

Alozî û serhildanên li Îranê berfireh dibin û zêdeyî 60 bajarî di nav alozî p xwepêşandanan de ne.

Alozî û xwepêşandanên ku li Îran des pê bûne, tirsê dixe dilê rayedarên rejîma Sûrîyê jî. Îran di şerê Sûrîyê de piştgirîyek mezin da rejîma Sûrîyê û ew li ser lingan hişt. Têkçûn û ketina rejîma Tehranê, tê wateya lawazbûn û ketina rejîma Sûrîyê jî. Ji ber vê, rejîma Sûrîyê naxwaze Îran têk biçe û dixwaze rejîma melayên Tejranê li ser hikim bimîne.

Wezareta Derve ya Sûrîyê di derbarê helwesta Amerikayê û rewşa Îranê de daxûyanîyek belav kir û tê de piştgirîya xwe ji bo rejîma Îranê ragihand.

Wezareta Derve ya Sûrîyê, daxuyand ku “Helwesta Amerikayê helwestek xirabkar e û wê ewlehîya herêmê zêdetir xirabtir bike. Em daxûyanîyên berpirsên Amerîkayê şermezar dikin”.

Wezareta Derve ya Sûrîyê herweha piştgirîya da rejîma melayên Tehranê û got: „Sûrîye her ligel Îranê ye. Wê Îran li hember lîztikên derve û xerabkaran berxwedar be”.