Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Îran tevlihev bû, Amerîka temaşe dike
 
Îran tevlihev bû, Amerîka temaşe dike
2018-01-02 19:31
MediaKurd > info@mediakurd.com

Protestoyên ku li dijî desthilatdarîya Tehranê dest pê kirin, hem desthilatdarên Tehranê, hem jî desthilatdarên dewletên cîranên Îranê xistiye nav tirs û xofek mezin. Ketina rejîma Îranê tê wateya aramîya Rojhilata Navîn û têkçûna terorîzma li seranserê dinyayê.

Yek ji wan dewletên ku ji serhildan û protestoyên li Îranê ditirse û bi guman e, dewleta Tirk e. Heke wek hinek dewletên Ereb Buhara Îranê jî dest pê bike û rejîma Îran têk biçe, dibe ku peşkên wê li Tirkîyê jî bikevin û rejîma Tirkîyê jî têk biçe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di derbarê Îraê de daxuyanîyek di Twîtterê de belav kir û got: „Gelê Îranê li dijî rejîma wahşî û kevnemejî ya Îranê ket nav tevgerê. Pereyên ku serok Obama dabû wan, ji terorîzmê re çû û ket bêrîka wan. Çavê Amerîkayê li ser we ye“.

Berî demekê rayedarên Îsraîl û Amerîkayê civiyabûn û li dijî Îranê dest bi pêkanîna grûpên çalakîyê kiribûn. Piştî civîn û biryarên rayedarên Îsraîl û Amerîkayê, destpêkirina serhildanên li Îranê, tirs û xofek mezin xistiye serê rayedar û melayên Tehranê. Heman guman di serê rayedarên dewleta Tirk de jî çêbûne. Hem Tirkîye û hem Îran li hember Amerîka û Îsraîlê bûne dost. Tirsa herdu alîyan jî tirsa parçekirina Tirkîye û Îranê ye.

Îran bûye navenda terorîzm û terorîstên tundrew ên îslamîst. Têkçûna rejîma Îranê tê wateya têkçûna rejîmên Tirkîye, Iraq û Sûrîyê jî. Helbet têkçûna van rejîmên dagîrker, wê ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê jî derfetên bixêr bi xwe re bîne.