Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Rojava artêşek nû tê damezirandin
 
Li Rojava artêşek nû tê damezirandin
2017-12-29 22:30
MediaKurd > info@mediakurd.com

Li gor tê ragihandin, li Rojavayê Kurdistanê artêşek nû bi navê „Artêşa Bakurê Sûrîyê“ tê damezirandin.

Hevserokê Meclîsa Kantona Cizîrê Hakem Xalo, ji çapemenîyê re ragihand ku „bi alîkarî û piştgirîya Hêzên Hevpeyman wê li Bakurê Sûrîyê (Rojava) artêşek nû bê damezirandin“.

Hakem Xalo, da zanîn ku „ewê ji desthilatdarîya xweser derbasî federasyonê bibin, şert û merc tên guhertin û ji ber vê yekê jî ewê bi alîkarîya Hêzên Koalisyonê artêşek nû damezirînin“.

Li gor gotina Hakem Xalo, wê li Bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) artêşek modern û perwerdekirî bê damezirandin û perwerdeya wê artêşê jî Hêzên Koalisyonê girtiye ser xwe.