Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Xiyanetkaran YNK felc kiriye
 
Xiyanetkaran YNK felc kiriye
2017-12-29 22:11
MediaKurd > info@mediakurd.com

Xiyanetkarên nava YNK bi firotina Kerkûkê darbezek mezin li temamê Kurdan û li Kurdistanê xistin. Ne tenê xiyanet li Kurdistanê kirin, herweha xiyanet li YNK jî kirine. Berpirsê Polîtburoya YNK Mela Bextiyar, dibêje ku xiyanetkaran YNK felc kiriye.

Berpirsê Polîtburoya YNK Mela Bextiyar, di medya civakî de daxuyanîyek da û got: „Bûyerên ku di vê dawîyê de rû dane, eşkere kiriye ku xiyanetkarên nava YNK ji îradeya YNK xurttir in“.

Bextiyar, bi dewamî anîye zimên û gotiye: „Ji bo hilbijartinên nava YNK grûpek mixalif tê damezirandin, û ew grûp ji alî Bexdayê ve jî tê destekkirin“.

Mela Bextiyar, anîye zimên gotiye: „Ji bo xizyanetkar û komplogêr negihên armanca xwe, çi ji destê min hat min kir. Lê îradeya YNK li hember komplogêran têk çûye“.