Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mijar Kurdistan e, lê Kurd hemû ne bira ne
 
Mijar Kurdistan e, lê Kurd hemû ne bira ne
2017-12-26 19:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
Z.Brîndar

Kurd û Kurdistan ji her çar dewletên dagîrker û rayedarên wan re xeta sor e. Roja ku mesela Kurd û Kurdistnê dikeve holê û serê wan dêşîne, her çar dewlet dev ji dijminatîya hevdu berdidin, pirsgirêkên xwe datînin alîyekî, li dijî Kurd û Kurdistanê dibin dost û hogir û av di neqeba wan re derbas nabe. Çi mixabine ku ev xeta sor li cem Kurdan tuneye. Kurd dersê ji dijminên xwe nastînin, dijminên xwe ji xwe re nakin mînak, wek dijminên xwe nikarin ji bo paraztina berjwendîyên welatê xwe pirsgirêk û nakokîyên xwe deynin alîyekî û bibin yek.

Dijminên Kurd ewqasî xweş bi Kurdan dilîzin ku nayê gotin. Kurd jî ewqasî bi hêsanî tên xapandin yan jî tên firotin ku dîsa nayê gotin. Belkî di dinyayê de milletek wek milletê Kurd ku bi gotin û sozên dijminên xwe zû tên xapandin, tuneye. Û dîsa belkî milletek wek milletê Kurd ku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û malbatî karibe zû xwe bifroşe, tuneye. Kurd bûne wek „joker“. Ji kê re lazim bin, ji kê re pêwist bin, ji bo kê bi kêr bên, wan ji xwe re bi kar tînin û piştre jî pêhnekê li wan didin û wan bi tenê dihêlin. Kurd ji bo herkesî berhemdar û xêrxwaz in. Lê mixabin tenê ji bo xwe û welatê xwe xêrnexwaz û hîlebaz in. Her çiqasî rastî tehl be jî, ev rastîya me ye.

Dek û dolabên rayedarên Îran û Iraqê, plan û projeyên wan û Kurdên xulamên wan, îro berhemên xwe didin. Îran a ku di plana A de Kerkûk bidest xist û ji serxwebûna Kurdistanê re bû asteng, niha jî bi plana B bi destê hinek Kurdên alîgirên xwe provokasyon û çalakîyên têkbirin û alozkirina Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Ev provokasyon û tevlihevîya ku tê kirin berhemên Îran, Iraq, PKK, Tevgera Goran, Komel û beşek ji xiyanetkarên nava YNK û malbata Talabanî ne. Ji xwe di çapemenîyên xwe de bi eşkereyî piştgirîya van çalakîyên terorîstî û terorîzmê dikin û van çalakî û êrîşên dijminane wek mafekî demokratîk dipesinînin. Ev çalakîyên ku dûrî çalakîyên demokratîk û heq û hiqûqê ne, ev çalakîyên ku nestendina „mûçe“ û pareyan ji terorîzm û terorîstîya xwe re dikin sedem, beşek ji plan û projeyên têkbirina Hikûmeta Kurdistanê û tunekirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ne. Ew xort û ciwanên ku tu têkildarîya wan bi „mûçeyan“ re tuneye û ne karmendên dezgehên Hikûmeta Kurdistanê ne, ji alî destên tarî ve tên birêvebirin û bi taybet jî li dijî PDK û Barzanîyan tên bikaranîn. Û ji xwe kes, dezgeh û partîyên ku dijminatîya PDK û Barzanîyan dikin jî eşkere ne û tên zanîn bê kî ne.

Heman dijmin û destên tarî Bakurê Kurdistanê beravêtî kirin û doza Kurd û Kurdistanê li pataxê xistin (dan îflas kirin), Kurd ji doza serxwebûnê daxistin „doza Tirk û Tirkîyê“ û dixwazin di bin navê „biratîya gelan û biratîya ummetê“ de heman siyaseta qirêj li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin da ku Kurd ji doza netewî dûr bikevin û doza Kurdistanek serbixwe nekin, ji ruh û giyanê netewî dûr bikevin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyaseta qirêj tê meşandin. Dewlet û dezgehên ku Bakur ji doza Kurd û Kurdistanî şûştin, Başûr jî beravêtî kirin, dixwazin û dikin zaroka serxwebûnê ji ber bibin. Îro li Rojava jî destkeftîyên ku bi xwîna keç û xortên Kurdan tên û hatine avdan, di rêya „Sûrîyeyek demokratîk û yekgirtî“ de tên heba û qurbankirin û rê li ber serxwebûna Kurdistanê û pêşketina bîrewerîya netewî tê girtin.

Heyf û mixabin e ku li hember û li dijî vê rewşa kambax tu alternatîfa Kurdên dewletxwaz û netewparêz tuneye. Netewparêz û dewletxwazên ku Hewlêrê ji xwe re wek qible dibînin û siyaseta xwe di bin sîwana PDK û Barzanîyan de dimeşînin, ji çap ketine, bê taqat bûne, tu hêvîyek berbiçav nadin milletê Kurd û ev yek jî bixwaze nexwaze rûn li ser nanê „birayên xelkan û ummetê“ û siyaseta wan dike. Partî û rêxistinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi vê siyaseta xwe xebat û siyaseta parçe û beşên xwe ji bo Başûr dikin qurban û meydanê ji „birayên xelkan û ummetê“ re dihêlin.

Li hember vê fedakarîya mezin û belkî xelet, heyf û mixabin rayedar û kadirên Başûr jî (bi taybet yên PDK) Kurdên parçeyên din (dost û hevalbendên xwe) ne wek“şirîk“ lê tenê wek „birayên“ xwe dibînin. Ango, bi hişmendî û helwestek Kurdistanîya giştî nêzîkî meselê nabin, Kurdistan û Kurdistanîbûnê tenê di berjewendîyên Başûr de dibînin û ev yek jî Kurdên parçeyên din xeyalşikestî dike. Ango; Hewlêr û PDK a ku xwedî derfet û qudret e û Kurdên Kurdistanî wan wek qible û perestgeha xwe dibînin, mixabin siyaseta Kurdistana mezin ji xwe re nekirine armanc û hevalbendên xwe di nav lepên xêrnexwazan de bi tenê hiştine û dihêlin.

Heke em bi kurt û Kurmancî bêjin; Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye li ser serê Kurdan bûne yek. Ji wan re Kurdistan û serketina doza milletê Kurd xetên sor in. Ji bo ev xetên sor kesk nebin, nakokî û dijminatîya xwe datînin alîyekî û li dijî doza milletê Kurd dibin yek. Û Kurd çi dikin? Heke em dev ji Kurdên xêrnexwaz û birayên „xelkan û ummetê“ berdin, Kurdên serxwebûnxwaz û netewparêz jî bi bêdengî, parçebûnî, bêtifaqî û „ezezî“ya xwe rûn li ser nanê xêrnexwazan dikin û milletê Kurd di nav lepên gur û keftaran de dihêlin. Di nav alîgir û dilxwazên PDK û di nav PDK bi xwe de jî tunebûna siyaset û tifaqek giştî û Kurdistanî, dihêle ku ew xetên sor her sor bimînin û neyên tarûmar kirin. Ji bo ku ew xetên sor ên ku dijmin li ser dibin yek parçe û tarûmar bibin, divê Kurdên dewletxwaz û netewparêz jî xetek sor ji xwe re bikin armanc. Û ew xeta sor jî bêguman „siyaset, tifaq û birayetîyek rasteqîn, giştî û Kurdistanî“ ye.

Peyama Kurd