Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 1700 kes beşdarî civîna Soçî dibin
 
1700 kes beşdarî civîna Soçî dibin
2017-12-25 20:00
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hewl û xebatên ji bo aramî û aştîya Sûrîyê didomin. Çi li Cenewreyê be, çi jî li Astana û Soşîyê be, civîn tên lidarxistin, lê çareserîyek nayê dîtin. Ji ber ku Sûrîye, Tirkîye û Îran naxwazin Kurd di civînên aştî û çareserîyê de beşdar bibin, civîn jî bê encam dimînin û çareserîyek nayê dîtin. Lê xuyaye bêyî beşdarbûna Kurdan wê civîn encamek erênî nedin û wê pirsgirêka Sûrîyê jî neyê çareserkirin.

Serokê Rûsyayê berî niha dabî zanîn ku wê PYD beşdarî civîna Soşîyê nebe. Lê tê gotin ku îhtîmalek heye ENKS û Kurdên serbixwe beşdarî civînê bibin û helwesta xwe eşkere bikin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di vê derbarê de ragihand ku wê 1700 kes beşdarî kongreya Soçî bibin ku tê texmîn kirin di 29-30ê meha Çileya Paşîn de bê lidarxistin.

Li gor Lavrov daye zanîn, kongreya Soçîyê wê ji bo pêvajoya amadekirina yasa û zagona pêşeroja Sûrîyê be.