Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Heke ev ne fen be, ev çi dar û ben e
 
Heke ev ne fen be, ev çi dar û ben e
2017-12-25 19:50
MediaKurd > info@mediakurd.com

Êdî herkes siyaset û polîtîka PKK û armanca wê zane. Herkes zane ku PKK ne di xizmeta Kurd û Kurdistanê de ye û ji bo Kurdistanek serbixwe neyê damezrandin, dergevanîya sînorên dagîrkeran dike.

PKK ne veşartî, bi alenî ş eşkere dijminatîya Kurdistanek serbixwe û netew-dewletê dike. Ji derveyî Kurdan ji herkesî re mafê dewletbûnê diparêze. Lê ji bo Kurd doza dewletê nekin û sînorên dagîrkerên Kurdistanê wek xwe bimînin, ji hezar çemî avê tînin.

Yek ji mijara ku PKK di devê xwe de kiriye qajik û benîşt, mijara Kongreya Netewî ye. Helbet dixwaze Kongreya Netewî jî li gor berjewendîyên xwe bi kar bîne û heke pêk bê jî, têxe bin kontrola xwe.

Li alîyê din, PKK û hevalbendê wê li Bakurê Kurdistanê jî bi navê civînên "Yekîtîya Netewî" çalakîyan li dar dixin û dixwazin prestîja ku di nav Kurdan de wenda kirine, paşde bistînin û di bin perdeya yekîtîyê de Kurdan dîsa di xendek û koncalan de bifetisînin.

Partî û sazîyên girêdayî PKK, li Amedê civînek li dar xistin û „yekîtîya netewî“ nîqaş kirin. Partî û sazîyên wek HDP, KCD DBP, TJA, Baroya Amedê, Dayikên Aştîyê, Odeya Bijîşkan û wekî din beşdarî civînê bûn. Çi hikmet be, mijar „yekîtîya netewî“ ye, lê ji derveyî partî û sazîyên PKK tu partîyek Kurdistanî beşdarî civînê nebûye.

Di civînê de siyasetmedarên Kurd Ahmet Turk anî zimên ku „pêvajoya Yekîtîya Netewî pêvajoyek girîng e û di pêvajoyek wisa de bêdengmayîn ji bo Kurdan mirin e“ û got: „Divê xebatên ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê girîng bên dîtin. Nerîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê em ji bo „Yekîtîya Netewî“ ya Kurd bixebitin û nerînên xwe bînin zimên. Pirsgirêkên di nav siyaseta Kurd de bi nîqaşan çareser dibin. Kurd wê rihê yekîtîya netewî zindî bikin“.

Di civînê de Berdevkê HDP Osman Baydemîr jî axivî, behsa Kurdan û berjewendîyên Kurdistanê kir û got: „Di navbera hemu hêzên Kurd de pirsgirêkek heye. Divê çi bê kirin ku hêzên Kurd ji bo berjewendîyên Kurdistanî bên ba hev? Mafê tu hêzên Kurd tuneye ku di vê mijarê de dereng bimîne".