Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Emê Kurdan ji ser sînorên xwe paqij bikin
 
Emê Kurdan ji ser sînorên xwe paqij bikin
2017-12-21 21:05
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokkomarê Tirkîyê li hember Kurdan bêsînor êrîşkar bûye û heke jê bê wê dilopek av nede Kurdan.

Erdogan, wek hercar dîsa di derbarê rewşa Sûrîyê û Kurdên Sûrîyê de axivî û di kesayetîya YPG de dîsa êrîşî Kurdan kir, gef û zirt li Kurdan kir.
Erdogan, di axavtina xwe de got ku „emê li ser sînorên xwe rê nedin hêlînên terorê (ango Kurdan)“.

Erdogan, herêmên ku dixwaze ji Kurdan pakij bike jî destnîşan kir û got: „Emê Efrînê, Minbijê, Til Ebyed, Ras el eyn û Qamişloyê ji wan pakij bikin“.

Erdogan, ne tenê şerê YPG û Kurdên Rojava dike. Herweha ji bo ku Amerîka alîkarîya wan dike, êrîşî Amerîkayê jî dike. Ji ber van êrîşên Erdogan, navbera Amerîka û Tirkîyê jî li ser têkçûnê ye û mijara Qudisê jî benzîn bi êgir werkir.