Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hewl tê dan hêzên pêşmerge bibin yek
 
Hewl tê dan hêzên pêşmerge bibin yek
2017-12-11 20:17
MediaKurd > info@mediakurd.com

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet, da zanîn ku ew dixwazin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û wan di nav sîstemek hevbeş de bînin ser hev.

Hewl û xebata yekkirina Hêzên Pêşmeye berê jî hebû. Lê ji ber xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê darbeyek mezin xwar û yekîtîya wan pêk nehat.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet anî zimên ku „ew cardin hewl didin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û got: „Em dixwazin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek û wan di nav sîstemek hevbeş de bînin ser hev. Ev erka me ya herî girîng e“.