|
Pûtîn serdana Sûrîyê kir |
|
2017-12-11 20:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di şerê li dijî DEAŞê de Rûsya pir alîkarîya rejîma Sûrîyê û Beşar Esed kir. Heke ne ji alîkarî piştgirîya Pûtîn û Rûsya bûya, Beşar esed nikarîbû heta îro li ser hikim bimîne.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, çû Sûrîyê û serdana bajarê Lazkîyê kir ku baregeha wan a leşkerî „Hmeymim“ lê ye. Pûtîn, li Lazkîyê ji alîyê Serokê Sûrîyê Beşar Esad ve hat pêşwazîkirin.
Pûtîn, li Lazkîyê ragihand ku li Sûrîyê DEAŞ nemaye û êdî ne pêwiste ku leşkerên Rûs li Sûrîyê bimînin. Pûtîn anî zimên û got ku „heke terorîst carek din serî bilind bikin, ew amade ne dîsa li dijî wan şer bikin
|
|
|