|
Talal Silo her tişt got |
|
2017-12-03 19:48 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berdevkê berê yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Talal Silo axivî û her tişt got.
Talal silo, piştî ku ji nav refê HSD revîya û xwe radestî Tirkîyê kir, ji çapemenîyê re axivî û di derbarê PYG û hSD de her tişt eşkere kir.
Talal Silo, ji Ajansa Anadolû re axivî û kiryarên rêxistinî, siyasî, aborî, projeyên YPG, pêwendîyên bi Qendîlê û Amerîkayê re, navên berpirsên PKK, berpirsên YPG û HSD û gelek tiştên din eşkere kirin.
Silo, di hevpeyvîna xwe de eşkere kir û got:“Armanca HSD ew bû ku xwe bighîne Derya Sipî. Amerîkîyan soz dabû HSD û gotibûn "Ger hûn Dêra Zorê kontrol bikin, emê korîdorekê heya Derya Sipî ji we re vekin ji bo hûn petrola xwe bi rêya Derya Spî bifroşin derve”.
Talal Silo, kesê bi nave Elî Şêr wek berpirsê aborî yê PKK li Sûrîyê nîşan kir û got: " Pareyên ku PKK û PYD ji petrolê bidest dixe li bankayên Lubnanê tên paraztin. Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo piştgir û têkildarê Rûsya û pismamê Beşar Esed Husên El Esed e".
Silo, anî zimên ku PYD û YPG fermanê ji Qendîlê distînin û li gor biryarên Qendîlê tev digerin. Li gor Silo, damezrandina HSD şano û tiyatro bû û aqilmendê PKK McGurk ê Amerîkî ye.
Silo, anîye zimên ku “ Şahîn Cîlo her çiqas serok be jî, ew jî Bahoz Erdal fermanê distîne. Piştî ku Bahoz Erdal çû Qendîlê, Nûreddîn Sofî hat şûna wî. Nûreddîn Sofî ferman didan Şahîn Cîlo”.
|
|
|