|
Xelîl: Em parçebûna Sûrîyê naxwazin |
|
2017-12-02 23:07 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Parçekirina dewletên dagîrker û guhertina sînorên wan xetên sor yên PKK û PYD ne. Ne PKK û ne jî partî û dezgehên pêve girêdayî wek PYD naxwazin sînorên dewletên dagîrker bên guhertin û Kurdistanek serbixwe ava bibe.
Hevserokê Tev-Demê Aldar Xelîl, di derbarê civîn û hewldanên aştîya Sûrîyê de ji rojnamevana Tirk Gamze Kafar re axivî û dîsa dupat kir ku ew wek PYD naxwazin Sûrîye parçe bibe.
Aldar Xelîl, di derbarê Tirkîye û artêşa wê ya li Sûrîyê de jî got ku „Hikûmet û artêşa Erdogan li Sûrîyê ji derveyî derxistina nakokî û alozîyan pêve tiştek nekirin. Heta niha ÎŞÎD hebû, niha jî Tirkîye şûna ÎŞÎDê dagirtiye. Tirkîye naxwaze li Sûrîyê şer raweste û aştî çêbibe“.
Aldar Xelîl, di dawîyê de şert û mercên ku PYD beşdarî civîn û hevdîtinên Soçî û Cenevreyê bibe destnîşan kir, anî zimên ku ew wek PYD naxwazin Sûrîye parçe bibe û got: „Divê hemû alî beşdarî hevdîtinên Soçî û Cenevreyê bibin. Lê divê em li hev bikin. Wek nimûne, parçenekirina Sûrîyê (gerek Sûrîye neyê parçekirin), Sûrîye a hemû xelkan e û divê makzagonek giştî bê amade kirin“.
|
|
|