Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Elî Ewnî: Yên ku Kerkûk radest kirin wê baca wê bidin
 
Elî Ewnî: Yên ku Kerkûk radest kirin wê baca wê bidin
2017-11-23 16:44
MediaKurd > info@mediakurd.com

Xiyaneta ku li Kerkûkê bi destê beşek ji YNK û malbata Talabanî hat kirin, xiyanetek mezin bû. Evê xiyanetê hem Kurd êşandin, hem jî rê li ber serxwebûna Kurdistanê girt.

Di derbarê xiyaneta Kerkûkê de, Endamê Rêvebirîya PDK Elî Ewnî ji çapemenîyê re axivî û got ku Ala Talabanî, Şivan Dawûdî û Sîrwe Ebdulwehîd xizmeta Ebadî û hikûmeta Iraqê dikin û nûnerên wan yên li Kurdistanê ne".

Elî Ewnî, di axavtina xwe de bal kişand ser xiyaneta Kerkûkê jî û got: „Xiyaneta Kerkûkê encama xiyaneta komek nezan û korfehmanan bû. Heke li Kerkûkê berxwedan bihata kirin rewş wiha nedibû û cîhan jî bêdeng nedima“.

Elî Ewnî, herweha got ku "Bexda dixwaze îradeya gelê Kurdistanê bi temamî bişkîne. Çawa ku Bexdayê beşek ji sunnîyan kirîne, dixwazin hinek siyasetmedarên Kurd jî bikirin“.