Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Referandûma serxwebûnê nayê hilweşandin
 
Referandûma serxwebûnê nayê hilweşandin
2017-11-19 00:18
MediaKurd > info@mediakurd.com

Îran, Tirkîye û Iraq dixwazin ku Hikûmeta Kurdistanê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê hilweşîne û tune bihesibîne. Ango, dewletên dagîrker dixwazin ra û dengê %93 ê milletê Kurd qut bikin û wan ji biryara serxwebûna Kurdistanê dûr bikin.

Di vê derbarê de gellek spekulasyon û galgal hatin û tên kirin. Gellek kes antî propaganda dikin ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo bi Bexdayê re li hev bê, dixwaze encama referandûmê hilweşîne û bi qedera Kurdan bilîze.
Di vê derbarê de Şîretkarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî, ragihand ku bi tu şêweyekî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nayê hilweşandin û mafê kesekî tuneye ku deng û biryara ji %93 ê milletê Kurd paşçav bike.

Hewramî da zanîn ku referandûm berî niha encam daye, lê ji bo pêşerojê dibe ku encamên wê bên paşxistin. Lê tu sazîyek tuneye ku referandûmê hilweşîne, ji ber ku ew biryara gelê Kurdistanê ye.