Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Berdevkê HDS Silo xwe radestî Tirkîyê kir
 
Berdevkê HDS Silo xwe radestî Tirkîyê kir
2017-11-19 00:05
MediaKurd > info@mediakurd.com

Berdevkê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê Talal Silo, Turkmen e. Talal Silo, ji Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê revîya û xwe radestî hêzên Tirkîyê kir.
Talal Silo di derbarê HDS û YPG de xwedîyê agahdarîyek berfireh e.

Pisporên Tirk di wê bawerîyê de ne ku wê Talal Silo di derbarê HDS û YPG de agahdarîyên pir girîng û berfireh bide dewleta Tirkîyê.

Di derbarê reva Talal Silo de Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê daxuyanîyek belav kir û got: „Silo û hêza xwe bi daxwaza xwe beşdarî HDS bûne û bi fermî bûye berdevkê HDS. Reva Silo bi gef û zixtên dewleta Tirk çêbûye. Silo bi operasyonek taybet a îstîxbarata Tirkîyê û bi hevkarîya hinek endamên malbata wî hatiye revandin. Zarokên Silo li Tirkîyê dijîn û dewleta Tirk ji ser zarokên wî zixt li Silo kiriye da ku dev ji HDS berde û xwe radestî Tirkîyê bike“.