|
Gelo wê Amerîka PYD biparêze? |
|
2017-11-16 20:59 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî xiyaneta ku li Kerkûkê hat kirin û bêdengmayîna Amerîka ya li dijî êrîşên artêşa Iraq û Îranê, şik û gumanên ku wê Amerîka heman kiryarê di derbarê PYD û YPG de jî bike ket serê mirovan.
Dewleta Tirk bi çûya Îdlibê dixwaze êrîşî Efrînê bike, Efrînê dagîr bike da ku federasyona Rojava nebe yek û Kurd nikaribin xwe bigihînin Derya Spî. Tirkîye dixwaze korîdora ku Kurd xwe bighînin Derya Spî dagîr bike û ji Kurdan re bibe asteng.
Di vê derbarê de Amerîkayê nerazîbûna xwe da diyarkirin û anî zimên ku heke Tirkîye êrîşî efrînê bike ewê PYD biparêzin û xwedî lê derkevin. Albay Ryan Dillon, ji Bexdayê ragihand û got ku ewê PYD ne tenê ji êrîşên ÎŞÎDÊ, lê ji êrîşên derveyê ÎŞÎDÊ jî biparêzin.
Albay Dillon got: “Heke pêwist bike emê herkesê ku di bin sîwana HDS (Hêzên demokratîk ên Sûrîyê) de ne, çi Ereb, çi Kurd, çi Êzîdî û Mesîhî be emê biparêzin.”
|
|
|