|
Dîsa mirin, dîsa erdhej |
|
2017-11-13 17:12 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê 13.600 hezar xanî wêran bûn û zêdeyî 7 hezar Kurd hatin kujtin. Ev zelzele û erdheja herî mezin bû. Zelzele û Erdheja mezin ya din jî radestkirina Kerkûkê bû. Beşek ji YNK û Malbata Talabanî xiyanetek mezin li Kurdistanê kirin û Kerkûk radestî dijmin kirin.
Zelzele û erdheja sêyemîn jî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbû û darbeyek din li Kurdan ket, can û malên xwe wenda kirin.
Di vê erdheja giran de ku xurtbûna wê 7,3 bû, bi taybet li bajarên wek Silêmanî, Helebçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşah û Qesrî Şîrîn, malwêranîyek mezin rû da. Heta niha zêdeyî 387 kesan jiyana xwe wenda kirine û zêdeyî 6600 kesan jî brîndar in.
Di derbarê erdheja li Kurdistanê de hinek spekulasyon û gotin tên kirin. Wek tê zanîn, dewleta îranê li xaka Kurdistanê çekên nukleerî diceribîne û ceribandina van çekên nukleerî jî ziyanek mezin dide xaka Kurdistanê û dibe sedema zelzele û erdhejan. HInek Îranê bi ceribandina çekên nukleerî sûcdar dikin, hinek jî erdhejê wek bûyerek xwezayî dinirxînin.
Bi vê minasebetê em sersaxîyê ji milletê Kurd û Kurdistanê re dixwazin û hêvîdarin ku wê milletê Kurd di demek nêzîk de brînên xwe zû derman bike.
|
|
|