Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : KCK dîsa li dijî dewletê derket
 
KCK dîsa li dijî dewletê derket
2017-11-12 15:46
MediaKurd > info@mediakurd.com

Êdî rastîya PKK, KCK û rêxistin û partîyên pêve girêdayî aşîkar bûye û hew karin rûyê xwe veşêrin. Li her çar parçeyên Kurdistanê PKK rasterast li dijî Kurdistanek serbixwe derdikeve û armanca wê ya yekem bûye bêdewletkirin û kolehiştina milletê Kurd. Ji bo ku sînorên dewletên dagîrker xirab nebin, çi ji destê PKK û rayedarên wê tê, dikin.

Di derbarê Rojavayê Kurdistanê û têkilîyên Amerîka û PYD de endamê Rêvebirîya KCK (PKK) Riza Altun ji ANF re axivî û dîsa li dijî dewletbûna Kurdistanê derket.

Riza Altun, ku bi xwe ji bajarê Kayserî yê Tirkiyê ye û Tirk e, 40 sal in di serokatîya PKK de ye û wek piranîya Grûpa Enqerê, li dijî dewletbûna Kurdistanê kar û xebatê dike.

Di derbarê rêkilîyên Amerîka û PYD de Riza Altun ji ajansa PKK ANF re got: „Hevkarîya Amerîka û PYD taktîkî ye, Amerîka ji bo berjewendîyên xwe PYD ji xwe re bi kar tîne“.

Altun, di dawîyê de niyeta dilê xwe eşkere kir, dîsa dijminatîya dewletbûna Kurdistanê kir û got: „Temamê têkilîyên Amerîka û PYD taktîkî ne. Amerîka ji xeta azadîyê û desthilatdarîyek xweser a PYD aciz e. Ji ber vê yekê Amerîka zixtê li hêzên Rojavayê Kurdistanê (PYD û YPG) dike da ku wan bike netewperest û xwedî dewlet“.

Ango, li gor Riza Altun, Amerîka dixwaze fikrên netewperestî û netewparêzîya Kurdî û dewletbûna Kurdistanê di mejiyê PYD û YPG de geş bike û wan ji xeta PKK dûr bixe.