Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kongreya Amerîkayê ji alîkarîya Pêşmerge re got erê
 
Kongreya Amerîkayê ji alîkarîya Pêşmerge re got erê
2017-11-12 15:32
MediaKurd > info@mediakurd.com

Kongreya Amerîkayê di yasaya budçeya 2018an de alîkarîya ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê qebûl kir. Kongreyê biryar da ku bi bihayê 365 milyon dolar alîkarîya çekdarî bide Pêşmergeyên Kurdistanê.

Kongreya Amerîkayê şertê „Yekrêzîya xaka Iraqê“ jî rakir û wê hewl bide ku alîkarîya çekdarî rasterast bide Pêşmergeyên Kurdistanê.

Ev gava girîng ji alî çapemenîya Amerîkayê vew gavek girîng û watedar hat nirxandin û nîşana wê yekê ye ku Amerîka dixwaze helwesta xwe biguherîne.

Di girtina vê biryara girîng û watedar de helbet rola endamên Kongreya Amerîkayê jî çêbûye. Hinek ji endamên Kongreya Amerîkayê helwesta rayedarên Amerîka ya li dijî Kurdistanê rexne kiribûn û ji Trump xwestibûn ku alîkarîya Kurdan û Kurdistanê bike.