Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Şingalê PKK û Heşda Şeibî bi hevre kar dikin
 
Li Şingalê PKK û Heşda Şeibî bi hevre kar dikin
2017-11-08 22:22
MediaKurd > info@mediakurd.com

Tê ragihandin ku li Şingalê PKK û rêxistina terorîst a Îranê Heşda Şeibî bêyî riza û daxwaza xelkê desthilatdarî di navbera xwe de par vekirine.

Rêvebirê nehiîya Sinûnê Nayif Seydo, ji çapemenîyê re anî zimên ku "Li gor lihevhatina PKK û Heşda Şeibî sê kes ji PKK li devera Şingal û Sinûnê postên îdarî wergirtine. Xwedêda Cukî, ku Kurdêkî Êzdî ye û berê di nav rêzên PKKê de bû, ji aliîyê Heşda Şeibî ve wek rêvebirê Nehîya Sinûnê hatiye destnîşankirin.

Nayif Seydo bi dewamî gotiye: "Şukrî Milhim Ilyas, berê PKK bû, piştî hatina milîsên Heşda Şeibî ew kirin rêvebirê nehîya Gir Ezîz. Hevdem Fehed Hamid ku ew jî PKK bû, bi biryara milîsên Heşda Şeibî postê qeymeqamê Şingalê wergirtiye."

Di vê derbarê de Fermandarê Pêşmergên Kurdistanê yên li Şingalê Qasim Şeşo jî dibêje: "Li nav Şingalê hemû kar di navbera PKK û milîsên Heşda Şebiî de tên birêvebirin“.