Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sengawî: Serxwebûn mafê me ye
 
Sengawî: Serxwebûn mafê me ye
2017-11-08 22:05
MediaKurd > info@mediakurd.com

Endamê polîtbîroya YNK û fermandeyê Pêşmerge Mahmûd Sengawî, li baregeha lîwaya 136an serdana hêzên Pêşmerge kir û ji wan re axivä.

Mahmüd Sengawî, di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de ji Pêşmerge de got: „ Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Şingal û tevahîya navçeyên veqetandî, navçeyên dagîrkirî ne. Ew ji Kurdistanê nehatine veqetandin, ew hatine dagîrkirin".

Mahmûd Sengawî, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî ji Pêşmerge re axivî, behsa serxwebûna Kurdistanê kir, serxwebûn wek mafekî rewa qebûl kir û got: „Cîhan çi dixwaze û çawa dixwaze bela bixwaze, lê mafê me ye dewleta me hebe û em serbixwe bin. Nabe em xwe radestî dijmin bikin û ji wan re kole bin. Ewên ku dibin kole mirin ji wan re xweştir e. Nabe em serê xwe li ber dagîrkiran xwar bikin. Her çiqasî gazindên me ji ikûmeta me hebin jî, lê xirabtirîn hikûmeta me, ji baştirîn hikûmeta dagîrkiran baştir e".