|
Barzanî: Ez ne poşman im |
|
2017-11-07 00:35 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Her çiqasî gellek alî referandûm ne di cîh de dîtin û li dij derketin jî, milletê Kurd helwesta xwe eşkere û zelal kir û bi Kurdistanê re gor ERÊ.
Li hember hemû gef û zixtên Amerîka û Dewletên Hevpeyman, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gav paşde neavêt û referandûm pêk anî. Sedema ku xiyanet li Kerkûkê pêk hat û Amerîka û Hêzên Hevpeyman bêdeng man, helwesta Barzanî û pêkanîna referandûmê bû.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji dezgeha Amerîkî NPR re axivî û dupat kir ku ew ji pêkanîna referandûmê ne poşman e û helwesta Amerîkayê jî rexne kir.
Barzanî, anî zimên ku pêwist bû Amerîka têkilîyên Kurdan û Amerîkayê berçav bigirta, li hember êrîşên Iraq û Îranê bêdeng nemaya û rê li ber êrîşan bigirta.
|
|
|