Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Divê Kurd dev ji serxwebûnê bernedin
 
Divê Kurd dev ji serxwebûnê bernedin
2017-11-05 19:31
MediaKurd > info@mediakurd.com

Di mijara radestkirin û îxaneta Kerkûkê de ne tenê Amerîka û Malbata Talabanî û beşek ji YNK gunehkar û sûcdar in. Darbeya herî mezin ji alî Ingilîzan û Brîtanyayê ve li Kurdan ket. Jib o ku bibin şirîkê petrol Kerkûkê, rayedarên Ingilîz yekîtîya xaka Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê ji bo berjewendîyên xwe kirin qurban. Lê helbet dengên mixalif û cuda jî ji nav Ingilîzan derdikevin.

Grûpek parlementerên Kamara Lordan di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivîn û dîtinên xwe anîn zimên.
Ji Partîya Karkerên Îngîltere Lord Donald Anderson, anî zimên û got: “Bêguman li Iraqê, li herêmên nîqaşkirî kanîyên dewlemend yên petrolê hene. Di wan herêman de Kurd, Ereb, Êzîdî û Mesîhî dijîn. Divê demografîya van herêman û navên wan neyên guhertin.”

Ji partîya Lîberal Demokrat berdevkê partiyê Lord John Shipley jî axivî got: “Em ne razîne ku li herêmê hêz bê bikaranîn. Encama referandûma Herêma Kurdistanê di destê rêvebirîyê de çekek xurt e. Heya Kurd dengê xwe bigihînin temamê dinyayê, divê kampanya xwe ya serxwebûnê bidomînin”.

Siyasetmedarê Îngîlîz Frank Hayn jî di derbarê rewşa Kurdistan û Iraqê de got: “ Tiştaê ku ji Rêveberîya Herêma Kurdistanê re hat kirin, ji heq û hiqûqê dûr e. Pêwistîya wan bi alîkarîyê heye û di vê mijarê de tiştê ku bikeve ser milê me, divê em bikin”.