Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Beşar Esed: Zirt li PYD û YPG kir
 
Beşar Esed: Zirt li PYD û YPG kir
2017-11-05 19:10
MediaKurd > info@mediakurd.com

Çawa ku Amerîka li dijî DAÎŞê Kurdên Başûr bi kar anîn û di dagîrkirina Kerkûkê de bêdeng ma û piştgirîya Îran û Iraqê kir, xuyaye li Rojavayê Kurdistnê jî heman xeter heye. Esed Beşer ê ku li dijî DAÎŞê hevkarîya PYD û YPG dikir, îro ziryan li wan dike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, ji heyetek Amerîkî re got ku ew bi tu awayî rêveberîyek taybet ji bo Kurdan qebûl nakin û Kurdistanek din li Sûrîyê çênabe.

Esed rasterast gef û zirt li HSD,YPG kir û got: “ Heke hûn navçeyên di bin destê xwe de bi rêya danûstandin û lihevkirina niştîmanî radestî dewleta Sûrîyê nekin, emê bi riêya leşkerî kontrol bikin û em qet rê nadin demografîya tu navçeyek Sûrîyê bê guhertin”.

Ji alîyê din, heyetên ku serdana Esed kiribûn, dan zanîn ku Beşer Esed li Sûrîyê hebûna tu gelên cuda qebûl nake û Esed zixt li Moskovayê kiriye da ku nave Kongreya Gelên Sûrîyê bike Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûrîyê.