Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serok Barzanî dev ji serokatîyê berda
 
Serok Barzanî dev ji serokatîyê berda
2017-10-29 21:06
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, dema dirêjkirina serokatîya xwe qebûl nekir û bi nameyekê ji parlamentoyê xwest ku erkên wî li dezgehên din belav bike.

Ji ber şer û alozîyên herêmê, di 24.09 de hilbijartinên serokatîya Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê ji bo şeş mehan hatibû lipaşxistin. Di 01.10.2017an de dawî li dema serokatîya Mesûd Barzanî dihat. Her çiqasî Parlamentoya Kurdistanê xwest ku dema serokatîya Barzanî dirêj bike jî, lê Barzanî qebûl nekir.

Barzanî, di nameya xwe de eşkere kiriye ku ewê wek „Pêşmerge Mesûd Barzanî di nava milletê xwe de be û bi Pêşmergeyên leheng re tekoşînê ji bo mafê milletê Kurd bide“.

Piştî name û daxwaza Barzanî, Parlamentoya Kurdistanê civîya û di meclîsê de nameya Barzanî hat xwendin. Li gor daxuyanîya Parlamentoya Kurdistanê, wê erkên Mesûd Barzanî di navbera Serokatîya Parlamentoyê û Konseya Hikûmet û Edaletê de bên dabeşkirin.