|
YN bang li Hewlêr û Bexdayê kir |
|
2017-10-22 12:53 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Kiryar û îxanetên ku li Kerkûk û Şingalê hatin kirin, darbeyek mezin li Kurd û Kurdistanê xist û xewna serxwebûna Kurdistanê bi paşde xist. Tirkîye, Îran, Iraq û bi çekên Amerîkayê êrîşî ser pêşmergeyên Kurdistanê tê kirin û tê xwestin ku destkeftîyên Kurdistanê ji holê bên rakirin.
Di vê derbarê de Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq, ji bo kiryarên ku li Kerkûkê diqewimin, bang li Hewlêr û Bexdayê kir.
Berdevkê YN Farhan Haq, di civîna çapemenîyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Sekreterê Giştî bi me re axivî û me jî dîtina xwe ya di mijarê de eşkere kir. Li ser navê Sekreterê Giştî ez hêvî dikin ku hikûmeta Bexda û Hewlêrê hevkariyê bikin û dev ji dijberîyê berdin. Bila di çarçoveya Destûra Bingehîn de bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Cihê mixabinîyê ye ku di mijara Kerkûk û xiyaneta di derbarê Kurdan û Barzanî de hem Amerîka, hem Ewrûpa û Hêzên Hevpeyman bêdeng man û îndîrekt be jî piştgirî dan Iraq û Îranê.
|
|
|