Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Resûl: Ji çiyayên Kurdistanê pêve dostên Kurdan tunene
 
Resûl: Ji çiyayên Kurdistanê pêve dostên Kurdan tunene
2017-10-18 15:19
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî xiyaneta hinek serkirdeyên YNK û radestkirina Kerkûkê, derket holê ku ji çiyayên Kurdistanê pêve tu dostên Kurdan tunene. Dewletên rojava, Amerîka, Îsraîl û Hêzên Hevpeyman di dagîrkirina Kerkûkê de bêdeng man û Kurd bi tenê hiştin. Carek din eşkere bû ku tenê çiyayên Kurdistanê dostên Kurdan in û ne kesek din.

Di derbarê xiyaneta hinek serkirdeyên YNK de Cîgirê Yekem ê Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl axivî û daxuyanîyek belav kir.

Kosret Resûl, di daxuyanîya xwe de anî zimên ku tiştên li Kerkûkê qewimîne encama lîztikek navdewletî bû û got: „ Ya ku birîna me xedar dike ew e ku çend kesên ji derveyî rêbaza YNK bêyî ji serkirdayetîya partîya xwe bipirsin, ji bo hinek destkeftîyên xwe yên demkî û şexsî bûne hevkar û hevalên dagîrkeran. Wan bi vî karê xwe yê rûreşî xwe xistin nav rûpelên reş ên dîroka gelê me."

Kosret Resûl, di dewama daxuyanîya xwe de behsa dostên milletê Kurd jî kir, eşkere kir ku dostên milletê Kurd tunene û got: „ Li hemberî vê yekê gelê Kurdistanê li hêviyê bû ku civaka navdewletî, dost û hevpeymanên me yên li cîhanê û herêmê ji bo avakirina pêşerojek geştir guh bidin me û rêzê li îradeya gelê Kurd bigrin. Lê mixabin em raserî lîztikek piralî bûn. Carek din derket holê ku ji xeynî çiyayên Kurdistanê tu dostên Kurdan tunene."