|
Barzanî: Çi pêwist be emê bikin |
|
2017-10-18 14:54 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî xiyaneta YNK û ketina Kerkûk û Şingalê, herkes li benda axavtin û daxuyanîya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.
Barzanî, piştî çend rojan daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de behza zilm û zora ku li ser millet Kurd hatiye û tê kirin kir.
Serok Barzanî, di dewamîya daxuyanîya xwe de anî zimên ku ketina Kerkûkê bi biryarên hinek serkirdeyên YNK çêbûye û got: “Armanca me wek hertim paraztina nasname, maf û asayîşa millet Kurd e. Bela milletê Kurd emîn û bawer be, çi pêwist be emê bikin û pêk bînin. Destkeftîyên milletê me, ewlekarî û hizûr wê dîsa pêk bên”.
Barzanî, anî zimên ku ew alîgirê tifaq û hevkarîya hêzên siyasî yên Kurdistanê ne da ku yekîtîya millet Kurd têk neçe û got: “Divê millet Kurd, malbatên pêşmergeyên qehreman û şehîdên Kurdistanê vêna baş bizanin ku xwîna şehîdên me ji bo azadîya Kurdistanê hatiye rêtin. Dinya û alemê qêrîna millet Kurd a ji bo serxwebûna Kurdistanê bihîst. Xwîna şehîdên me badilhewa nehat rijandin û emê xwîna wan badilhewa nerjînin”.
|
|
|