|
Haşdî Şabiî ji bo îxaneta wan spasîya YNK û Bafil Talabanî kir |
|
2017-10-16 19:47 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Beşek ji YNK ku Hêro Îbrahîm Ehmed û zarokên ( ji derveyî Qubad Talabanî) xwe serkêşîya wê dikin, îxanetek dîrokî û mezin bi Kurdistanê re kirin û Kerkûk radestî cehşên Îranê kirin.
Evê îxaneta dîrokî salên 1966-68 anîn bîra Kurdan û xuya bû ku zarok û nevîyên Îbrahîm Ehmed jî dane dû şopa bav û kalên xwe û xiyanet di xwîna wan de meyiyaye.
Piştî radestkirina Kerkûkê, mîlîs û çekdarên Haşda Şabiî, bi rêya torên civakî spasîya Bafil Talebanî kirin ji bo ku xizmetên mezin ji wan re kiriye û Kerkûk radestî wan kiriye.
Spasîya milîs û çekdarên Haşdî Şabiî nîşana wê yekê ye ku Hêro Talabanî û zarokên xwe di xizmeta dagîrkerên îranê û Hikûmeta Bexdayê de ne û ne îro, lê di pêşerojê de jî wê xiyanetkarên Kurd û Kurdistanê bin.
|
|
|