Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Lahur Şêx Cengî jî îxanet bi Kurdan re kiriye
 
Lahur Şêx Cengî jî îxanet bi Kurdan re kiriye
2017-10-16 19:33
MediaKurd > info@mediakurd.com

Yek ji wan YNKî yên ku alîkarî û hevkarîya Haşdî Şabiî kiriye da ku êrîşî ser Kerkûkê bikin, Serokê Hêzên Dij Teror ên YNK Lahur Şêx Cengî ye. Li gor çavkanîyên K24ê, Lahur Şêx Cengî hevkarîya milîsên Haşdî Şabiî kiriye da ku êrîşî ser Kerkûkê bikin.

Li gor çavkanîyên Polîtburoya YNK, hêzên girêdayî Lahur Şêx Cengî hevkarîyek mezin bi Haşdî Şabiî re kirine û di pêşketina wan de rolek mezin lîztine. Li gor çavkanîyên Polîtburoya YNK, hêzên girêdayî Lahur Şêx Cengî û hêzên Iraqê navendek hevbeş li leşkirxaneya K1 danîne û bi hev re di tevgerê de ne.

Li gor daxuyanîya Fermandarîya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, çend rêvebirên YNK ku Lahur Şêx Cengî jî di nav wan de ye, xiyanetek dîrokî li Kurdistanê kirine û Kosret Resûl bi tenê hiştine.