Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkîyê piştgirî da êrîşên Iraqê
 
Tirkîyê piştgirî da êrîşên Iraqê
2017-10-16 17:35
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji her çar dewletên dagîrker re xeterek mezin e. Serxwebûna parçeyekî tê wateya pêşeroja serxwebûna her çar parçeyên Kurdistanê û helbet dewletên dagîrker jî vê yekê naxwazin.
Piştî îxaneta ku malbata Talabanî li Kerkûkê kir û Kurd firotin, Lijneya Asayîşa Netewî ya Tirkiyê civîya û pêşniyar kir ku qada asmanî ya Tirkîyê li ber Herêma Kurdistanê bê girtin. Civata Wezîrên Tirkîyê jî biryara Encumena Asayîşa Netewî pesend kir.

Lijneya Asayîşa Netewî ya Tirkiyê herweha pêşniyar kir ku qada asmanî ya Tirkîyê li ber Herêma Kurdistanê bê girtin û kontrola deriyê sînorê Xabûrê jî radestî hikûmeta Iraqê bike.

Ji bo Kerkûk ji destê Kurdan derkeve û Kurd nikaribin bêyî Kerkûkê serxwebûna xwe ragihînin, Lijneya Ewlehîya Netewî ya Tirkîyê bi lez û bez civîya û di derbarê Herêma Kurdistanê de biryarên li dijî Kurdistanê girtin.

Di vir de xuyabû ku Tirkîye, Îran, Iraq, YNK û PKK hevkarên hev in û ji bo Kurdistan serbixwe nebe çi ji destê wan tê dikin. Malbata Talabanî piştî koça Celal Talabanî li Kerkûkê carek din cehşîtîya xwe dubare kir û enîyên şer radestî cehşên Îranê kirin. Herweha PKK jî (Cemîl Bayik) jî berî êrîşa ser Kerkûkê daxuyanî da ku ewê nebin alîgirên Barzanî û Iraqê û eşkere kir ku ewê PDK û Barzanî di şerê Kerkûkê de bi tenê bihêlin.