Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Xiyaneta Pawel Talabanî-Hêro Ahmad li Kerkûkê û heqîqeta vê xiyanetê
 
Xiyaneta Pawel Talabanî-Hêro Ahmad li Kerkûkê û heqîqeta vê xiyanetê
2017-10-16 16:47
MediaKurd > info@mediakurd.com
16/10-2017 Mediakurd-Kerkûk
(Agahdarî: Kanala BBC TV ya ingilîzî van agahdariyên me yên jêr piştrast dike)

Arteşa Iraqê digel mîlîsên Îranî, Haşdî Şaabî, şevê dî êrîşî derdora Kerkûkê ku petrol û cihê stratejîk ya eskerî lê ye, kirin.

Li wir hêzeke kurê mezin yê Mam Celal Talabanî, Pawel û dayika wî Hêro Ahmad li wir dima.
Hate xuyakirin ku vê hêza Pawel berê planeke digel Îranê û mîlîsên wan kirine ku vê devera cihê stratejÎk teslîmî dijmin bikin.

Û wan ev xiyaneta mezin li miletê kurd û Kurdistanê kirin.




Gelo sedemê vê yekê çiye?
Berî ku mirov bersiva vê yekê bidin, divê mirov hinekê li ser strûktura YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) bifikire.

YNK bûye sê beş.
1-Beşê birêz Kusret Resul (çigirê serok Mesûd Barzanî) û birêz Mela Bextiyarî.

Herweha cihê balkêşî û keyfxweşiyê ye kurê Mam Celal yê nêvê, birêz Qubad Talabanî jî digel vî beşê niştimanperweriyê ye.

Û ew cihgirê serokwezîrê Kurdistanê, yê kak Nêçîrvan Barzanî ye.

Tê gotin ku ji vî beşî re tê gotin:
Beşê niştimanî.
Ew digel serok Barzaînî ne.

2-Beşê duwem, beşê ku jê re tê gotin “xeta 66-an (xeta çahşîtiya sala 1966-an), ya Îbrahîm Ehmed e.

(Îbrahim Ehmed bavê Hêro ye)

Serpereştiya vê xetê kurê mezin yê Mam Celal, Pawel Talabanî digel dayika xwe Hêro dike.

3-Xeta ku jê tê gotin ya “Xeta sêyem”, ku ew xwe serbixwe dibînin.

Ew xwe nayêxin di nava pirsgirêkê YNKê de.
Di bingeha xwe de ew piştgiriya referandumê dikin.
Lê ne bi eşkere.
Bêhtirîn ew ji kesên rewşenbîr tê pêkanîn.
Serpereştiya vê xetê dr.Berhem Salih dike.

Gava di şerê pêşberî Daîşê bû, mintiqeya di navbêna Kerkûk û Hewlêrê de kurdan bidest xistin.
Lê ev cihê he kete di bin berpirsiyartiya Pawel Talabanî de.

Esas ew bû hêza Pawel vê devera stratejîk ji êrîşên Daîşê biparêze da ku ew nekevin nava Kerkûkê bûye.

Ev ciheke gelek stratejîk ya eskerî ye.
Herrweha ciheke girîn ya xeta petrolê ye.
Êrîşa şevê dî ya Iraqê û digel mîlîsên Îranê, Haşdî Şaabî li ser vê mintiqeyê planeke lihevkirî ya Îranê û Pawel-Hêro bûye.

Berî çend rojan generalê Îranî, dijminê kurdan, Qasim Sulêmanî ku serkêşiya hêza tarî ya Îranê, Haşdî şaabî dike, hatibû Silêmaniyê ji bo taziya Mam Celal.

Her diyar e ku armanca vê serdana vî diminê kurdan ew bûye ku ew guftûgoya pilana hevkariya xwe digel Pawel Talabanî bike ye.

Her ji ber vê yekê, wan ev cih di nava şevê dî ji Haşdî Şaabî re berdan û rê dan wan ku vî cihê stratejîk bêxin di bin kontorla xwe de.

Li gor axaftinên kesên ku li vê mintiqeyê dijîn:
Gava wan dîtin ku Haşdî Şaabî hatin, milet gotin ku ew dixwazin silahên xwe hilgirin û dijî wan şer bikin.
Lê serkirdeyên hêza Pawel gotin milet:
Bisekin in!
Me xetek taktîkî heye!
Bila ew nêzîk bibin, em dê li wan bixin!
Lê hate xuyakirin ku xeta Pawel ya taktîk temamî ya xiyaneta dijî miletê kurd û Kurdistanê bûye.

Wan bi temamî ev devera girîng teslîmî hêza tarî ya îranî, Haşdî Şaabî kirin.

Û hêza xwe vekişandin devera Çem Çemalê.

Lê pêşmergeyên Kurdistanê hêzeke taybet niha bir ser wê mintiqeyê rêkiriye deqene vê deverê ji hêza dijmin, ya tarî rizgar bike.
Û bila herkes bizane ku pêşmergeyên qehreman wê vê hêza tarî ji ortê rakin!