Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Arteşa Iraqê û mîlîsên Îranî, Haşdî Şaabî, êrîşî Kurdistanê kirin! Trump Hoşdarî da Iraqê!
 
Arteşa Iraqê û mîlîsên Îranî, Haşdî Şaabî, êrîşî Kurdistanê kirin! Trump Hoşdarî da Iraqê!
2017-10-16 09:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
16/10-2017-Kerkûk

Arteşa Iraqê û mîlîsên Îranî, Haşdî Şaabî, êrîşî Kurdistanê kirin.

Şevê dî, berê sibê, Artêşa Iraqê êrîşek bi gelek delavan de (eniyan de), taybetî li derdora wilayeta Kerkûkê berda li ser peşmergeyan.

Peşmergeyan jî bersiva van êrîşan bi tundî dan.

Û ji vê encama bersvia peşmergeyan, 4 tank (ku ji aliyên Emerîkayê ve hatine çêkirin) hatin xirabkirin.
Û Artêşa Iraqê mecbûr ma ku bi şunde vegere.

Haşdî Şaabî jî êrîşî peşmerge kir
Li aliyê dî, şevê dî seet 03.00 mîlîsên ku bi destê Îranê hatine çêkirin, Haşdî Şaabî, di devera Xurmatî (Kerkûk) de êrîşî perşmergeyan kirin.

Lê Peşmerge bersivek dijwar li pêşberî wand dan.
Ji vê encama bersiva pêşmergeyan 14 ji Haşdî Şaabî hatin kuştin.

Û 7 tankên bi navê "Hammer" jî hatin îmha kirin.

Li aliyê dî jî, 12 endamên Haşdî Şaabî ku bi dixwestin bi dizi ve bikevin nava Kerkûkê hatin derbedestkirin.

Îro desthilatdariya serokê Emerîkayê, Donald Trump hoşdariyek da desthilatdariya Iraqê herweha jî ya Yekîtiya Neteweyan (UN) jî daxuyaniyek belav kir u herdu layan gotin ku:

Ew tu êrîşan li ser Kurdistnê qebûl nakin!

Agahdarî:
Mediakurd dê dengûbasên êrîşên dijî miletê kurd û welatê wan Kurdistanê, ji çavkaniyên medyaya dinê, ya pêbawer li vir biweşîne.

Herweha wê analîz, dengûbas, analîz-nûçeyan jî ji dîtinên rayedarên taybetî yên Kurdistanê û yên welatên wek Emerîkayê, herweha yên Ewropa û herwekî welatên dî jî biweşîne.