Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : TEV-DEM: Em federalîzmê dixwazin
 
TEV-DEM: Em federalîzmê dixwazin
2017-10-10 14:51
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê û zêdebûna dengên erê, berpirsên PYD û TEV-DEMê jî zimanê xwe guhertin û piştgirî dan encama referandûma Başûrê Kurdistanê.

Di vê derbarê de Hevseroka Encumena Sûrîyeya Demokratîk Îlham Ehmed, ku di heman demê de serkirdeya TEV-DEMê ye, anî zimên ku ew piştgirîya biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.

Îlham Ehmed, da zanîn ku serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê ligel biryara gelê Kurdistanê ne, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê cudatir e û ew tenê dixwazin sîstema federalîzmê bi cîh bikin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê bandora xwe li Kurdên seranserê cîhanê kir û ji derveyî PKK temamê Kurdan piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dikin. Bi taybet helwest û daxuyanîyên PYD û HDP dide xuyakirin ku di navbera dîtinên wan û PKK de jî cudabûn heye.