Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rûsya wê petrola Kurdistanê bigihîne Behra Reş
 
Rûsya wê petrola Kurdistanê bigihîne Behra Reş
2017-10-08 23:00
MediaKurd > info@mediakurd.com

Tirkîye, Îran û Iraqê hewlek pir mezin dan da ku derîyên sînorên xwe li Başûrê Kurdistanê bigrin da ku Kurdistan nikaribe petrola xwe bifroşe derve. Lê piştî ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji gotin û helwesta xwe nehat xwarê û serî li ber kesekî netewand, Iraq û Îranê derîyên xwe dîsa vekirin, lê Tirkîye di erênayê de maye.

Di derbarê firotina petrol û gaza Kurdistanê de şîrketên Rûs peymanan bi Hikûmeta Kurdistanê re girêdidin û dixwazin petrol û gaza Kurdistanê bi rêya Behsa Reş bighînin bazara cîhanê.

Wezîrê Enerjîya Rûsyayê Alexander Novak, eşkere kir ku şîrketên Rûs dixwazin û hewl didin petrol û gaza Kurdistanê di ser Tirkîyê re bighînin Behra Reş. Alexander Novak, da zanîn ku bicîhkirina borî û lûleyên petrol û gazê wê di demek kurt de bên destpêkirin û got: „Bi rêya aborîyê cezakirina Herêma Kurdistanê tu fêdeyê nade kesekî. Ambargo yan jî girtina sînoran wê bibe sedema buhabûna nirxê petrol û gazê. Ji ber vê yekê jî, em hêvîdarim wê kesek vê rêyê bi kar neyne“.

Alexander Novak, anî zimên ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gotiye „Bi Kurdan re têlkilîyên me yên dîrokî û baş hene“ û Pûtîn di vê pêvajoya aloz de têkildarê alozîyan nabe û naxwaze rewş xirabtir bibe.