|
Mam Celal koça dawî kir |
|
2017-10-03 20:51 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Tekoşer, siyasetmedar û serokê YNK Celal Talabanî koça dawî kir û ji nav me bar kir.
Celal Talabanî, di 1933an de hat dinyê. Di jiyana xwe de bê rawestan tekoşîn da û heta bi berî mirina xwe jî xizmeta Kurd û Kurdistanê kir.
Celal Talabanî, ne tenê di tekoşîna Kurd û Kurdistanê de, lê herweha di siyaseta Rojhilata Navîn de jî xwedî erk û bandor bû, xwedîyê siyasetek xurt bû.
Talabanî, ne tenê wek serokekî tevgera Kurd, herweha wek serokkomarê Iraqê jî xizmet kir û gellek siyasetmedarên Kurd ji xizmet û siyaseta wî îlham û derfetên mezin bi dest xistin.
Celal Talabanî, îro /03.10.20.2017) li nexweşxaneya Almanyayê di 84 salîya xwe de çavên xwe li jiyanê girt û rehma xwedê kir.
Bela serê milletê Kurd, serê malbata wî û serê dost û hevalên wî sax be.
|
|
|