Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Amerîkayê êrîşek mezin
 
Li Amerîkayê êrîşek mezin
2017-10-02 18:12
MediaKurd > info@mediakurd.com

Terorîstên radîkal û xwedîyên îdeolojîya îslamî yên Selefî ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li seranserê cîhanê hovîtî û nemirovtîya xwe radixin ber çav. Herî dawîn li Amerîka bajarê Las Vegasê hovîtîya xwe raxistin ber çavên dinyayê


Li bajarê Las Vegas a Amerîkayê, di dema festîvala Raute 91 Harvest de êrîşek çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 50 kujtî û 400 birîndar hene.

Li gazînoya Mandalay Bay Resort a bajarê Las Vegas a Amerîkayê, dema ku bi sedan kes ji bo festîvala mûzîkê kom bûbûn, kesekî çekdar li ser qata 32emîn a avahiyekê gule reşandin ser mêvanên festîvalê. Li gor agahdarîya poplîsên Las Vegasê, êrîşkarê festîvalê ji alî polîsan ve hatiye kujtin.

Her çiqasî DAÎŞê bi daxuyanîyekê ev êrîşa hov girt ser xwe û xwedî lê derket jî, lê polîsên Amerîkî dibêjin tu têkilîya êrîşkar bi DAÎŞê re tuneye.