Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo tirsa referandûmê ket dilê wan jî?
 
Gelo tirsa referandûmê ket dilê wan jî?
2017-09-26 22:41
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî pêkanîn û serketina referandûma serxwebûna Kurdistanê, dewletên dagîrkerên Kurdistanê ketin nav tirs û xofek mezin. Bi taybet dewleta Tirk kirasê xwe diçirîne û zirtên ji xwe mezintir li Barzanî û Herêma Kurdistanê dike. Lê wek dibêjin, êdî hasil gîhaye Mûsilê. Barzanî serî ji kesî re netewand û bi serfirazî referandûm li dar xist.

Bi vê ve girêdayî, xuyaye tirsa referandûmê û serxwebûnê ketiye dilê rayedarên rejîma Sûrîyê jî. Ji bo ku Kurdên Rojava (Sûrîyê) jî doza serxwebûnê nekin, bi otonomîyê jî razî ne.

Di vê derbarê de Wezîrê Karê Derve yê Sûrîyê Walîd Muallim, ragihand ku ew karin bi Kurdan re otonomîyê gotûbêj bikin.

Li gor ajansa SANA, Muallim di derbarê rewşa Kurdan û herêma ku kare wek otonom li Kurdistana Sûriyê çêbibe gotiye: “ Ev mijar ji bo nîqaş û muzakereyê vekirî ye. Piştî ku (İŞİD) ji holê rabe, em karin bi birayên xwe yên Kurd re rûnên û li ser pêşeroja formulekê li hev bikin.”

Di gotinên Muallim de dixuye ku piştî referandûma Başûrê Kurdistanê, tirsa referandûma serxwebûna Rojavayê Kurdistanê ketiye dilê wan û ji niha ve dixwazin bi gavên piçûk Kurdan dilxweş bikin.