|
Kalkan dîsa dijminatîya referandûmê kir |
|
2017-09-26 22:14 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Balkêş e, gava mirov li ziman û helwesta weşanên çapemenîya Kurd û yên PKK dinere, dibîne ku heman ziman e, heman dijminatî ye, heman dijberî û heman antîpropaganda ye. Hem çapemenîya Tirk, hem jî ya PKK bi yek zimanî dijayetîya PDK, Barzanî û serxwebûna Kurdistanê dikin.
Di derbarê referandûmê de serokê PKK Duran Kalkan ê Tirkê dîsa dest bi heman çîrokan kir û li dijî referandûmê û PDK derket.
Duran Kalkan, ji çapemenîya PKK Medya Haber re axivî û dîsa heman dijberî, mehan dijminatî û heman antîpropagandaya referandûma serxwebûnê kir.
Kalkan dibêje: „Bi referandûmê rê li ber Kongreya Netewî hat girtin û hat sabotekirin. Hêzên ku ev sabote kirin referandûm derxistin pêş. Ez karim navê kesên ku ev sabotaj kirine bidim. Tu rol û bandora PDK di vê referandûmê de tuneye“.
Kalkan, dîsa behsa azadî û demokrasîya xeyalî kiriye û dibêje: „Bi referandûmê azadî û demokrasî pêk nayê, sîstema ku piştî encama referandûmê derkeve holê (dewlet) wê sîstemek koledarî û bi pirsgirêk be“.
Di eslê xwe de tirsa Kalkan û dewletên dagîrker ne ji referandûmê ye. Referandûm mahne û çîrok in. Tirsa wan ji serxwebûna Kurdistanê ye, ji parçekirina Iraqê, Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê ye.
|
|
|