|
Wek her milletî mafê çarenûsa milletê Kurd jî heye |
|
2017-09-24 16:57 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, nameyek ji Yekîtîya Milletan re şand û hêvî kir ku YM piştgirîya Kurdan û referandûma serxwebûna Kurdistanê bike.
Zana, di nameya xwe de got ku "Kurdistan bi peymanên dûrî heqanîyetê hatiye parçekirin û milletê Kurd di vê parçekirinê de hatine qurbankirin".
Zana, anî zimên ku „çi dema Kurd doza mafê xwe dikin, raserî tawanbarî û êrîşa dewletên zalim tên û got: "Kurdan di dîroka xwe de li tu kesî zilm nekirine, rêz ji temamê netewe û kêmneteweyan re nîşan dane. Kurdan di şerê li dijî DAÎŞê de bi bedêlek mezin hem hebûna xwe û hem jî xîreta hemû mirovatîyê paraztin û tekoşînek bêhempa li dijî terorîstan daye“.
Leyla Zana, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji YM re got: „Referandûm mafekî meşrû û rewa ye û ji bo destnîşankirina pêşerojê hacetek demokratîk û aştîyane ye. Divê ev daxwaza demokratîk ji îradeya gelên Kurdistanê re bê hiştin û wek gavek mafdar û meşrû bê nirxandin“.
Zana, di dawîya nameya xwe de anîye zimên û gotiye: „Tu tişt ji azadîyê bi rûmettir tuneye“. |
|
|