|
Destê xwe nexin nav karê başûr |
|
2017-08-23 21:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Bi nêzîkbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê re, PKK û çapemenîya PKK jî êrîş û dijminatîya xwe zêdetir kir û dest bi propagandaya li dijî referandûma serxwebûnê kir.
Di vê derbarê de endamê serkirdayetîya PDK Elî Ewnî, bersiva daxuyanîyên serokatîya PKK da û bi tundî rexne li PKK û hekwesta serokên PKK girt. Serokek ji serokên PKK Duran Kalkan, li dij referandûmê derketibû û gotibû ku „referandûm tenê propaganda ye, divê referandûm neyê kirin“.
Elî Ewnî, ji serkirdeyên PKK re got:“Madem referandûm tenê propaganda ye, bila PKK li ser neaxive. Madem wisa ye, çima PKK ewqasî li ser referandûmê diaxive û xwe aciz dike“.
Elî Ewnî, herweha bang li PKK kir ku destê xwe nexe nav kar û barê Başûrê Kurdistanê û got: „Ma PKK mezinê me ye emê ji bo referandûmê destûrê jê bixwazin? Madem referandûm tenê ji bo propagandayê ye, wê çaxê bila ji xwe re pal bidin û qet behsa referandûmê jî nekin“.
|
|
|