Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dewleta Kurdistanê ji bo hemû Kurdistanîyan tê avakirin
 
Dewleta Kurdistanê ji bo hemû Kurdistanîyan tê avakirin
2017-08-21 21:59
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Li Hewlêrê gotarek pêşkêşî dezgehên civaka sivîl kir, li ser referandûmê û ragihandina serxwebûnê peyamên pîroz dan. Barzanî, di civînê de mafê çarenivîsa gelê Kurd anî zimên û taloqkirina referandûmê red kir.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser rewşa navxweyî ya Kurdistanê, hilbijartinên parlamento û serokatiîyê rawestîya. Barzanê got: "Rewşa navxweyî ji hemû tiştan giringtir e. Em dixwazin hemû alî mil bidin milên hev û bi hevre van pirsgirêk û nakokîyan çareser bikin. Divê hemû alî hewl bidin ku bi hevre çareserîyê peyda bikin“.

Serok Barzanî, behsa hilbijartinên parlamento û serokatîya herêma Kurdistanê jî kir û got: "Eger parlamento bicive û kesek din di cihê min de destnîşan bike, ez amade me sibe erkê xwe dewr bikim. Di hilbijartinan de jî kî dibe berbijêr û kî bê hilbijartin bila pîroz be".

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, herweha behsa dewleta Kurdistanê jî kir û got: "Dewleta Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Kurdistanîyan tê avakirin. Dewleta me wê demokratîk, modern û pêşketî be. Wê di dewleta Kurdistanê de tu cudahî û dijberî li hember tu kesekî neyê kirin, wê herkes wek hev bijîn û xwedîyê heman maf û azadîyan bin".