Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Waşîngton kare bawerîya xwe bi Kurdan bîne
 
Waşîngton kare bawerîya xwe bi Kurdan bîne
2017-07-30 13:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di derbarê referandûm û Kurdan de Balyoza Amerîkayê Nancy Soderberg, nivîsek di The Washington Post de belav kir û nîşan da êdî Kurd ne milletekî jibîrkirî û ne bi tenê ne.

Di nivîsa ku bi sernivîsa „Kurd êdî ne milletekî jibîrkirî ne“ hatiye weşandin de Nancy Soderberg, dibêje ku divê referandûma serxwebûnê bê destekkirin û Kurdistan ji bo aramî û ewlekarîya cîhanê pêwist û girîng e.

Balyoza Amerîkayê Nancy Soderberg, di nivîsa xwe de dibêje: " Helwesta ku wê Hikûmeta Kurd, Amerîka û dewletên herêmê ji encama referandûmê re nîşan bidin ji bo aramî û ewlekarîya herêmê pir girîng û jiyandar e“.

Nancy Soderberg, Brîtanya û Fransa wek sûcdar û gunehbarê parçekirina Kurdistanê û pêkanîna peymana Sykec-Piqotue (1916) dibîne û dibêje: „Bi sedê salan e mafê çarenûsa milletê Kurd tê înkarkirin. Îro Iraq ber bi parçebûnê de diçe, Kurd jî berê xwe didin serxwebûnê. Dewletên herêmê û Amerîka divê vê rastîyê qebûl bikin û birêve bibin“.

Nancy Soderberg, di nivîsa xwe de eşkere dike ku Kurd bûne dostên herî baş yên Amerîkayê û dibêje: „Pêşmergeyên Kurd ÎŞÎD ji Kurdistanê derxistin û di rizgarkirina Mûsilê de jî alîkarîyek mezin kirin. Amerîka li Iraqê muhtacî hevkar û şirîkên pêbawer û emîn e. Waşîngton kare bawerîya bi Kurdan bîne“.