Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serxwebûna Kurdistanê destkeftinek mezin e
 
Serxwebûna Kurdistanê destkeftinek mezin e
2017-07-23 13:11
MediaKurd > info@mediakurd.com

Gellek akademîsyen, pispor û siyasetmedarên cîhana medenî di wê bawerîyê de ne ku serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê destkeftinek mezin e û ji bo aramîya Rojhilata Navîn pêwist û girîng e.

Akademîsyenê Amerîkî Elî M. Gold, di heman bawerîyê de ye û got: „Damezirandina Kurdistanek serbixwe ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê herweha ji bo temamê dinyayê jî destkeftinê erênî ye“.

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Polîtîkayên Navnetewî – London Center- Elî M. Gold, ji K24 re anî zimên ku serxwebûna Kurdistanê di Kongreya Amerîkayê de jî tê nîqaşkirin û got: „Serxwebûna Kurdistanê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo dewletên cîhanê jî wê destkeftinek mezin be“.

Elî M.Gold, herweha got ku „serxwebûna Kurdistanê wê ji bo Amerîkayê jî destkeftinek mezin be. Kurdan li Rojhilata navîn ji bo avakirina herêmek aram pir hewl dan. Kurd ne li hêvîya tukesî ne ku serxwebûnê bidin wan. Kurdan di herêmek agirpêketî de herêmek aram ava kirin û bingeha dewleta xwe avêtin“.