Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka baregeha sêyem ava dike
 
Amerîka baregeha sêyem ava dike
2017-07-15 22:35
MediaKurd > info@mediakurd.com

Amerîka li Rojavayê Kurdistanê xêza xwe xurttir dike û baregeha sêyem jî ava dike.

Li gor çavkanîya Hêzên Demokratîk yên Sûriyê, li rojavayê bajarê Hasekê Amerîka baregehek leşkerî ya hewayî ava dike.

Li gor tê gotin, bareheh di navbera Til Temir û Til Beydir de tê avakirin. Amerîka pisporên xwe û tîmên teknîkî şandine herêmê. Li gor agahîyan, wê baregeh bi armanca leşkerî û lojîstîkî bê bikaranîn. Heke rast be û Amerîka vê baregehê ava bike, ev jî ligel baregehên li Rimêla û Kobaniyê evê bibe baregeha sêyemîn.

Li gor çavkanî dibêjin, koalîsyona ku di bin serokatîya Amerîka de ye, bi avakirina van baregehan dixwaze li Rojhilatê Feratê herêmekê ji bo qedexekirina balafirên biyanî ava bike.