Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Belçîkayê piştgirî da serxwebûna Kurdistanê
 
Belçîkayê piştgirî da serxwebûna Kurdistanê
2017-07-11 21:33
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevî heyetekê serdana Belçîkayê kir û dan û stendinên dîplomasîyê kir. Di serdanê de Barzanî behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê ji rayedarên Belçîkî re kir û hêvîya piştgirîyê ji wan kir.

Piştî dan û stendinên dîplomasîyê, Serokwezîrê Herêma Flaman a Belçîkayê Geert Bourgeoîs, daxuyand ku ewê rêzê ji endama referandûmê û helwesta Kurdan re bigrin.

Di bersiva pirsên rojnamevanan de Barzanî eşkere kir ku ji bo referandûmê wê Belçîka çavdêran bişîne Kurdistanê û encama referandûmê bişopîne.

Serokwezîrê Herêma Flaman a Belçîkayê Geert Bourgeoîs, di axavtina xwe de got: „Di mijara çavdêran de emê bi bextewarî daxwazê hembêz bikin. Di referandûma 25ê Îlonê de wê Kurd biryara çarenûsa xwe bidin. Divê em rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re bigrin“.